Barzanî: Serkeftin a hemû gelê Kurdistanê ye

Serok Mesûd Barzanî ragihand ku serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Paralementoya Kurdistanê de pîroz kir û go: “Ev serkeftin serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û pêşmerge ye.”

Bi helkefta serkeftina Lîsta PDKê di hilbijartinan de, Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek belav kir û têde spasiya cemawerê Kurdistanê kir û got, şanaziyeke mezin e ku gelê Kurdistanê dîsa baweriya xwe bi PDKê anî.

 

Serok Barzanî da zanîn ku serkeftina PDKê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê, serkeftina Pêşmerge û serkeftina rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir e, wiha pê de çû: “Ev serkeftina rêya qurbanîdana bi hezaran şehîdan e. Ev serkeftina doza mafê rewa ya gelê Kurdistanê ye ku ti caran tawîz nedaye û dê nede. Ev serkeftina rêya pêkve jiyan, azadî û xizmeta xelkê ye.”

 

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî behsa pêkanîna hikûmeta nû jî kir û ragihand, bi van encamên înşala dê hikûmetek bihêz ji bona Kurdistaneka bihêz bê avakirin.

 

Barzanî şîreteka Mela Mistefa Barzanî jî aniye bîra endam û alîgirên PDKê û got: “Ez vê gotina Barzaniyê nemir tînim bîra endam û alîgirên PDKê ku di serkeftinê de nefsmezin û pozbilind nebin û di şikestinê de jî bê hêvî nebin. Vê gotinê ji xwe re bikin rêbaz, divê serkeftin we mexrûr neke. Çimkî ev serkeftin a gelê Kurdistanê û xizmeta Kurdistanê ye”

 

Herwiha Serok Barzanî daxwaz ji hemû partî din jî kir ku berjewendiyên gelê Kurdistanê li ser her tiştekî re bigirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin