Barzanî: Sedema operasyonên Tirkiyeyê PKK ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand, sedema wan operasyonan PKK ye û xetayê PKKê ye ku hêzên Tirkiyê derbasî nav Herêma Kurdistanê bûne.

Li gor nûçeya BasNewsê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro (4 Tîrmehê) di konfranseke rojnamevanî de, li ser çend mijaran daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de li ser operasyona Tirkiyê û zirardîtina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê got, ku ew ji wê rewşê nîgeran in, lê belê sedema wan operasyonan û wê rewşê, PKK ye.

Serokwezîr Barzanî got: “Em gelek nîgeran in ku welatiyên sivîl di her operasyoneke leşkerî de zirarê dibînin, lê belê rastiyek heye, çima ew operasyon li Herêrma Kurdistanê tê kirin, ji ber ku PKKê gelek cihên Herêma Kurdistanê dagir kiriye û li wan deran li dijî Tirkiyê êrişan pêk tîne.”

Nêçîrvan Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê prensîbekê diparêze û ew jî ev e, ku çênabe ti hêzek, çi PKK be yan jî aliyên opozisyona Îranê, ku ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî Tirkiye, Îran û welatên cîran bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ew weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember sînorên xwe yên bi welatên cîran re berpirs in.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de da zanîn, ku wan daxwaz ji PKKê û opozisyona Îranê kiriye, ku nabe ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişan pêk bînin û divê sînorek ji tevgerên wan re hebe. Serokwezîrê Barzanî tekez kir, ku bi wan tevger û çalakiyên ku PKK û opozisyona Îranê dikin, ti hevkariya Herêma Kurdistanê nayê kirin.

Di bersiva pirsa, gelo kê berpirs e li hember operasyonên ku niha di nav sînorê Herêma Kurdistanê de tên kirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Xetayê PKKê ye, xetayê opozisyona Îranê ye, ku me çendîn caran ji wan re gotiye, ku ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî ser welatên cîran nekin û hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin