Barzanî: “Kesên li kampa Şariyayê zerarê dîtin em ê tazmînatê bidin wan”

.

Bi sedema li kampa penaberan ya bi navê Şariyayê şewat derketibû û gelek malbat ji şewatê zerarê dîtin, seokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku dê tazmînatê bidin wan kesên ji şewatê zerarê dîtine.

Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew bi şewata kampê gelkî xemgîne û kesên ji şewatê xesarê dîtine wê tazmînatê bidin wan. Barzanî weha got:

“Ez bi şewata kampa Şaryayê ya Duhokê xemgînim. Ez bi parêzger re axifîm û bo kesên di şewatê de zerarê dîne û bo temînkirina pêdiviyên wan, min desteka hukumetê ragihand.”

Serokwezîr Barzanî her weha bang li xwebexşan kir û xwest ku alîkariya xelkê kampê bikin.

Li Duhokê li kampa Şaryayê ku Kurdên Êzîdî tê de dimînin, îro şewat derketibû û behsa şewata 400 konan hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin