Barzanî: Hewlêr amade ye pirsgirêkan çareser bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Kurdistan ji bo destpêkirina gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û herwiha çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pencşemê (08.11.2018) ligel Balyozê Belçîkayê yê Iraqê Hendrik Van de Velde civiya.

 

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîr, di civînê de proseya hilbijartinê, yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê û amadekariyên kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine behskirin û Belçîkayê pêşketinên Herêma Kurdistanê di warên cuda de bi taybetî di warî aborî de bilind nirxandine.

 

Hevdem di civînê de rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû mijareke din a gotûbêjan bû, Balyozê Belçîkayê daxwaza beşdarbûneke bihêz a aliyên Kurdî di nav wê hikûmetê dike, bi awayekî ji hemû aliyan ve xizmetguzariyê bo pêkhateyên Iraqê berdest bike û pirsgirêkên navebra Hewlêr û Bexdayê jî çareser bike.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amadebûna Kurdistanê bo destpêkirina gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û herwiha çareserkirina hemû pirsgirêkan anî ziman.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin