Barzanî: ”Gencê Kerkûkî sembola dijî dagîr û îxanetê ye”

Mihemed Mecid Kerkûkî ji alîyê serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşewazîkirin.

Mihemed Mecid Kerkûkî ji alîyê serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşewazîkirin.

Barzanî, Mihemed Kerkûkî wekî sembola têkoşîna dijî zilm û îxanetê wesf kir. Herweha helwêsta wî ya qehremanane pîrozkir û spasiyê xwe arasteyî gencê Kerkûkî kir. Herweha Barzanî destnîşankir ku, ew helwêsta Mihemed Kerkûkî, li pêş tevayiya cîhanê helwêstek dijî zilm, îxanet û dagîrkirina Kerkûkê bû û rêzdariyek mezin ligel gelê Kurd peyda kir.

Wekî dihî zanin  Mihemed Hecî Kerkûkî gencekî wêrek yê Kerkûkê ye ku piştî dagîrkirina Kerkûkê derketibû ser otomobîlekê leşkerî ya erteşa Iraqê û alaya Iraqê anîbû xwarê.  Di 16ê Cotmehê de arteşa Iraqê û tevî Heşda Şeabî bi îxaneta terefekî hin kesên ji hêzeka Kurd Kerkûkê dagîr kiribûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin