Barzanî: ”Ew sedsale ji bo yekîtîya Iraqê xebitîne, lê tenê zilm dîtine”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva pirsên rojnameya Le Figaro ya Frensî daye û ragihandîye ku dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.

Mesûd Barzanî diyar kirîye ku; ”ev sedsal e ew ji bo parastina yekîtiya Iraqê xebitîne û li hemberî vê tiştek jî bidest nexistine; ew 4 hezar û 500 gundên wan wêrankirine, ew rastî êrîşa çekên kimyawî hatine, tenê ji malbata wî 10 hezar kes hatine kuştin."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotîye; ew dixwazin bi welatên cîran re peywendiyên  baş deynin û serxwebûna Kurdistanê jî dê nebe sedema pirsgireka, berevajî wê dê bibe alîkariya çareserîya pirsgirekan; ew ê bi rêyên diyalog, gotûbîj û aştiyane ji Iraqê veqetin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin