Barzanî: “Em destekî didin biryara parlementoya Iraqê ya bo Helepçeyê”

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew destekê dide biryara parlementoya Iraqê ya di derbarê temamkirina prusedura ku Helebçe bibe parêzgeh.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî de ragihand ku ew biryara Parlementoya Iraqê ya di babeta Helebçeyê de bi erînî lê dinhêre. Barzanî weha ragihand:

“Em biryara parlementoya Iraqê ya ku Helebçeyê dike parêzgeh û wezîfa daye hukumeta Iraqê da proseduran temam bike, destek dikin. Endamên parlementoyê di vê mijarê de bi yek dengî biryarê dane û em vê kiryara wan bilind dinirxînin.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye