Barzanî: "Çiqas pêwîst be, ew ê ewqasî şer bikin"

Yekem care xwînê leşkerên Iraqê û Pêşmergeyan di yek sengerê de têkelî hevdû dibe

Serokê Herêma Kurdistanê û tevî Serokwezîrê Hukimeta Kurdistanê Neçirvan Barzanî û Serokê Parastinê Mesrur Barzanî û roja yekem a operasîyona Musliê de cepheya Xazir zîyaret kirin. 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li cepheya Xazir di derbarê operasyonê de û serkeftina Pêşmergeyan de hin zanyarî da medyayê. 

Barzanî behsa serkeftina Pêşmergeyan a di operasyonê jî de kir û ragihand ku heta niha 200 kîlometre çargoşe hatiye rizgarkirin.

Barzanî li ser hemahengî û operasyona hevpar a Iraqê û Pêşmerge jî rawestiya û eşkere kir ku yekem care xwînê leşkerên Iraqê û Pêşmergeyan di yek sengerê de têkelî hevdû dibe.

Barzanî  got; Ew hêvî dikin ku operasyona Mûsilê DAIŞê xelas bike û Mûsilê rizgar bike lê di berdawemîya axaftina xwe de got gelekî zehmet e ku mirov texmîn bike bê operasyona Mûsilê dê kengî xelas bibe lê çiqas pêwîst be, ew ê ewqasî şer bikin.

Li ser pirsekê got ku ew  ê nehêlim Mûsil bibe Helebeke din û rêketinek bi Bexdayê re heye li ser wan herêmên hîn lihevkirin ji bo wan pêk nehatiye. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin