Barzanî: ”Bi hêvîya ku 25ê Îlonê bibe cejneka mezin a niştimanî”

Barzanî bi hêvîye ku di 25 ê Îlonê de hemû xelkê Kurdistanê bi dengê ”Belê” ji bo serbixweyî, wê rojê bikin cejnekî mezin a niştimanî û salên pêş de wê rojê wekî cejna serbixweyî yê pîroz bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Qurbanê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê kir.

Barzanî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û li hemû Pêşmergeyên qehreman ku li eniyên bergirîkirinê kerameta gel û axa niştimanin û destxweşiyê jî li hêzên asayîş û polîsan bê westan erkê parastina aramî û asayîşa xelkê bi başî encam dane kir.

Barzanî bi hêvîye ku di 25 ê Îlonê de hemû xelkê Kurdistanê bi dengê ”Belê” ji bo serbixweyî, wê rojê bikin cejnekî mezin a niştimanî û salên pêş de wê rojê wekî cejna serbixweyî yê pîroz bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin