Barzanî bangî karsazên biyanî kiriye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîyî karsazên biyanî vexwendiye Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanîyî karsazên biyanî vexwendiye Iraq û Herêma Kurdistanê.

 

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokatiya HKIyê Barzanî li avahiya fermî ya li Hewlêrê bi Wezîrê Plankirinê yê Iraqê Sabah Dileymî ra civîyaye.

 

Di hevdîtinê da Barzanî gotiye ku "Em karsazên biyanî dawetî Iraq û HKIyê dikin. Teşwîqkirina veberhênerên biyanî, hêsaniyên ji bo wan û ji bo wan derxistina firsendên baş niha û di pêşerojê da di nav pêşaniyên me da ne."

 

Barzanî diyar kir ku rewşa aboriya welêt li gor berê di asteke çêtir da ye û got ku divê birêvebiriya darayiyê ji nû va bê verastkirin û di vê mijarê da pêngavên bi tesîr bên avêtin.

 

Barzanî û Dileymî der barê serjimariya tê plankirin ku sala bê li Iraqê bê kirin da li ser hevkarî û kordînasyona birêvebiriyên Bexda-Hewlêrê da fikrên xwe bi hev ra parve kirin.

 

Di hevdîtinê da herwiha budçeya sala 2020an û Mûsil di serî da li ser pêngavên ku ji bo ji nû va avakirina herêmên man bin tesîra terorê da tên avêtin sekinîn.

BİANET

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir