Barzanî: "10 sal çaverêkirina aştiyê baştir e ji demjimerek a şerî"

Duh geşta yekemîn a balafirê di navbera Amed û Hewlêrê de bi şandina şandeyeke ku ji parlamenter û karsazan pêk dihat ji Amedê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji şanda ji Amedê hatî re got, 10 sal çaverêkirina aştiyê gelek baştir e ji yek demjimêr a şerî.
 

Duh geşta yekemîn a balafirê di navbera Amed û Hewlêrê de bi şandina şandeyeke ku ji parlamenter û karsazan pêk dihat ji Amedê dest pê kir.
 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Selahedîn a Hewlêrê pêşwaziya parêzgerê Amedê Huseyin Aksu û şanda ligel kir ku ji parlamenterên AK Partiyê pêk dihat.
 

Di hevdîtinê de parêzgerê Amedê ji bo rexsandina hevdîtinê spasiya Mesûd Barzanî kir û silavên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davut gihand wî. 
 

Aksu behsa vekirina geşta asmanî ya di navbera Hewlêr û Amedê de kir û bi hengavekî girîng a kûrtirkirina peywendiyan û karê hevbeş a aborî navbera her dû aliyan de da zanîn.

Herwiha şanda ji Amed hatî behsa rewşa bajarê Amedê kir û nîgeraniya xwe ya li girjî û aloziyên vê dawiyê nîşan da û tekez li ser pêwîstiya aramî û vegerana hemwelatiyan a jiyana sirûştî û avadankirina navçeyên wan kir.


Barzanî jî bi xêrhatina şandê sipasiya serokwezîrê Tirkiyê kir û her wiha xweşhaliya xwe jî ji bo vekirina geşta asmanî ya raste rast a navbera Hewlêr û Amedê de nîşanda. 
 

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de bi kurtî behsa rewşa siyasî ya navçeyê û doza rewaya Kurd kir û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li xebata çekdarî û qonaxên din ê bi navê parastina jiyana xelkê sîvîl û saziyên sivîl û medenî ve pabend buye. 
 

Herwiha Barzanî ji bilî derbirîna nîgeraniya xwe ya li girjî û aloziyên Li Bakurê Kurdistanê, ew yekê dûpat kir ku 10 sal çaverêkirina aştiyê gelek baştir e ji yek demjimêr şer û hêvî jî xwest ku aramî û bextewarî vegere li ser hemwelatiyan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin