Baroyên Diyarbekir û Îzmîrê ji bo lêpirsîn bê destpêkirin giliyê Agar, Soylu û Peker kirin

.

Baroyên Diyarbekir û bajarê Îzmîrê, li ser daxuyanî û vîdyoyên mafyagerê Tirk Sedat Peker gilî li serdozgeriyê kirin lêpirsîneke baş were destpêkirin.

Baroya Diyarbekirê, bi taybet li ser kuştinkariyên salên 90î yên JÎTEMê ku di mikurhatinên Sedat Peker de jî cî digirin û Mehmet Agar tê tohmetbarkirin daxwaza lêpirsînê ji serdozgeriyê kir.

Baroya daxwaz kir; Destpêkirina lêpirsîneke bilez û berfireh li ser gotinên Sedat Peker bê kirin, wek tometbar îfadeyên Mehmet Agar, Korkut Eken û kesên din bên wergirtin, dosyeyên ku hatine girtin li ser gotinên Sedat Peker careke din bên vekirin û lêpirsîn bê destpêkirin û biryara Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê ya wê demê bikeve nav lêpirsînê.

Baroya Îzmîrê jî li ser heman îtiraf û mikurhatinên Peker, serî li serdozgeriyê da ku derbarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Mehmet Agar û kurê wî Tolga Agar, kurê Bînalî Yildirim Erkan Yildirim û derbarê mafyager Sedat Peker de lêpirsîneke baş bê kirin.

Sedat Peker heta niha 7 vîdyo li ser Youtubê weşandine û di wan vîdyoya de têkiliyên mafya, siyaset, bazirganiya kokaînê û behsa hurgiliyên din ên derbarê kuştinên salên 90î yên karsazên Kurd de dike û navê Mehmet Agar jî wekî serkêşê wan karan derbas dike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin