Baroya Rihayê li ser îtirafên mafyager Sedat Peker serî li Serdozgeriya Komarî da

.

Baroya Rihayê, li ser îtirafên mafyager Sedat Peker serî li Serdozgeriya Komarî da. Berî niha jî baroyên Diyarbekir û Îzmîrê têkildarî îtirafên Peker serî li dozgeriyê dabûn.

Baroya Rihayê bi Twitterê wan li dijî Sedat Peker, Wezîrê Navxwe yê berê Mehmet Agar, kurê Agar ku Parlamenterê AK Partiyê yê Xarpetê ye Tolga Agar, kurê Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim Erkam Yildirim û karmendê berê yê MITê Korkut Eken û hevalên wî de, li Serdozgeriya Komarî doz tomar kirine.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, li ser sedema serlêdana serdozgeriyê jî da zanîn, “ji bo sêgoşeya dewlet, mafya û siyasetê li ber darazê hesab bide û ser peywendiyên qirêj neyê nixûmandin” wan ev gilî tomar kirine.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin