Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin

.

 Baroya Êlihê têkildarî zarokê 15 salî ku li Êlihê bi tundiya polîs û notirvanan re rûbirû ma daxuyanî da û xwest ew polîs û notirvan ji kar werin dûrxistin. 
 
Di 14'ê gulanê de li Êlihê zarokek bi tundiya polîs û notirvanan re rûbirû mabû. Navenda Mafê Zarokan û Navenda Mafê Mirovan a Parêzer Sedat Ozevîn a Êlihê derbarê tundiyê de dauyaniyek nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tundiya ku polîsan li zarok kiriye nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin bi malbat û zarok re hevdîtin hatiye kirin, li gel zarok binçav kirine jî îfadeyê wî negirtine û berdane û rêveberên Baroyê tespît kirine ku di mil, serî, pişt û lingê zarok de reş û şînbûn û werimandin çêbûne. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê derbarê wan polîs û notirvan de lêpirsîn were destpêkirin û ji kar werin dûrxistin. 

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin