Baroya Diyarbekirê giliyê Yenî Şafakê kir

.

Baroya Diyarbekirê ragihand ku derbarê Rojnameya Yenî Şafak de li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir banga tawanê hatiye kirin.

 Baroya Diyarbekirê ragihand ku derbarê Rojnameya Yenî Şafak de li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir banga tawanê hatiye kirin. Sedem jî ew e ku dema 15 baroyan li dijî êrîşa nijadperest a li Konyayê daxuyanî dabûn, Rojnameya Yenî Şafakê ew 15 baro wek hedef dabû nîşandan.

Baroya Diyarbekir bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re da zanîn ku ji aliyê Baroya Diyarbekir ve derbarê Rojnameya Yenî Şafakê de li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir banga tawanê hatiye kirin.

Baroyê destnîşan kir ku piştî êrîşa nijadperest a li Konyayê hember Kurdan rû dayî û welatiyek ê Kurd jiyana xwe ji dest dayî 15 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar ew êrîş şermezar kiribûn û piştî daxuyaniya hevpar jî Rojnameya Yenî Şafakê ew 15 baro wekî ku girêdayî Qendîlê bin nîşan da û ji aliyê rojnameyê ve baro wek hedef hatin nîşandan.

Li ser vê yekê jî Baroya Diyarbekirê bal kişand ku helwest û nûçeya Rojnameya Yenî Şafakê tawan e û bo vê yekê jî derbarê Rojnameya Yenî Şafakê de banga tawanê hatiye kirin.

Rojnameya Yenî Şafakê 15 baroyên Bakurê Kurdistanê weke ku girêdayî Qendîlê bin nîşan dabû.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin