Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye

.

Baroya Diyarbekirê ligel Komeleya Mafên Mirovan a Mersînê, Komeleya Hiqûqnasan Şaxê Mersînê û Şaxê Mazlumder ê Edenê rapora derbarê hurgiliyên êrîşa ser malbata Hewlêrî li bajarê Mersînê bi daxuyaniyeke rojnamevanî eşkere kir.

Di raporê de tê gotin ku malbata kurd rastî tawana nefretê hatiye û li gor beyana Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî Midurê Emniyata navçeya Anamûr a Mersînê bûyer wekî ‘bûyereke trafîkê’ nûşan daye.

Hat eşkerekirin ku berpirsê asayîşê pirsên ‘hûn çima hatine?’ li Serokê Baroya Diyarbekirê kiriye û nexwestine bûyer bê zelalkirin.

Di beşeke raporê de li ser îfadeyên şahidan tê gotin, mexdûr Muştaq Mehmûd û 3 zarokên xwe di dema di otomobîla xwe de diçûn pêşiya wan ji aliyê wan kesên êrîş kirine ve hatiye girtin; bi keviran li serê wan dane, hatine kaşkaşkirin, xwestine ji kendal ve wer bikin û piştî ku ketina zena mirina wî jî terka cihê bûyerê dane.

Li gorî şahidê bûyerê daye xuyakirin, bi sedema ku Kurd yan jî Ereb in heqaret li wan hatiye kirin û herwiha ligel ku cihê bûyerê herêma cenderme ye jî Midurê Emniyeta Anamûrê derveyî erka xwe tevgeriyaye û bi polîsên xwe destwerdana bûyerê kiriye ku hevdîtinên bêyî beşdariya parêzeran hatine kirin.

Herwiha di raporê de tê eşkerekirin ku Midurê Emniyetê ji heyeta Baroya Diyarbekirê re gotiye, bûyereke trafîkê ya bi ziyana madî ye û wê dozgerî tawanê diyar bike ku îfadeya şahid jî îtibar lê nayê kirin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan