Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe

.

 Baroya Amedê Komcivîna xwe Asayî ya 47’an li dar dixe. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku li Tirkiyê darazê baweriya hiqûqê qedandindiye û rêya derketina ji alozî û tariyê edalet û aştî ye. 

Baroya Amedê Komcivîna Asayî ya 47’an li dar dixe. Komcivîn îro dest pê kir û dê sibê bi dawî bibe û li Navenda Çandê ya Kongreyê ya Şaredariya Amedê pêk tê. Bi sedan parêzerên endamên baroyê beşdarî komcivînê bûn. Ji ber pandemiyê nûnerên saziyan nehatin vexwendin. 
 
Di Komcivînê de wêneyê Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber bin Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin û pankarta “Em ê Peymana Stenbolê bidin jiyandin” daliqandin. 
 
‘RÊYA XILASIYÊ EDALET Û AŞTÎ YE’ 
 
Piştî hilbijartina dîwanê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bi bîranîna bo Tahîr Elçî û tevahiya parêzerên jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftin xwe kir. Aydin got ji roja wî wezîfeya serokatiyê wergirtiye li dijî zext û êrişan dest ji têkoşîna xwe bernedane û ev têkoşîna wan li gel hemû gefan jî didome. Aydin diyar kir ku li Tirkiyê darazê baweriya hiqûqê qedandindiye û rêya derketina ji alozî û tariyê edalet û aştî ye. 
 
SIBÊ HILBIJARTIN PÊK TÊ 

 
Piştî axaftina Serokê Baroyê Cîhan Aydin biryar hat dayîn ku Komcivîn ji çapemeniyê re bi awayek girtî berdewam bike. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar bertek nîşanî vê rewşê da û tevî berteka Aktar jî Komcivînê girtî berdewam kir. Komcivîn wê sibê dengdayînê bi dawî bibe. 

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin