Baroya Amedê: ”Hiqûq ji herkesî re lazim e”

Baroya Diyarbekirê îro (2.11.2016) di lokla xwe de daxuyaniyeka çapemeniyê li dar xist û bûyerên dawî yê rojeva Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Baroya Diyarbekirê îro (2.11.2016) di lokla xwe de daxuyaniyeka çapemeniyê li dar xist û bûyerên dawî yê rojeva Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Serokê Baroyê Ahmed Ozmen û endamên û Birêvecbir û gelek endamên Baroya beşdarê daxuyaniya çapemenîyê bûn

Li ser navê Baroyê  serokê wê Ahmet ozmen axifî û girtina TV, radyo, rojname û malperan û ji kar avêtin û tayînkirina qeyûman rexne kir.

Ozmen bang li hukimetê kir ku divê ew vegerin demokrasî û hiqûqê; mafê mirovî û serdestîya hiqûqê bin pê nekin.

Herwiha Ahmed Ozmen got ku; “Biryarnameyên bi hukmê Qanûnê de ku azadiyan lawaz dike rawestîn in. Mizakereyên li gel Yekîtiya Ewrûpayê hatîye kirin, bên pêkanîn.”

Ozmen di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina TV û rojname û malperan jî û diyar kir ku girtina rojname, kovar, TV û dezgehên medya bê sekinandin.  Dev ji siyaseta qeyûman bê berdan. Gengeşeyên di derbarê îdamê de bên rawestandin. Mafê bikaranîna internetê li deverên Kurdan neyê qelskirin û kesên ku bê bîngeh ji kar hatine avêtin in paşve vegerin karên xwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin