Baroya Amedê heyetek şand Zozanê Şênê

.

Baroya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo koçerên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi zorê ji Zozanê Şênê hatibûn derxistin heyetek şande heremê û bi malbatên mexdûr re hevdîtin pêk anîn.

Li Zozanê Şênê ya ku di meha Adara borî de ji Amedê hatibû wergirtin û bi Mûşa Bakurê Kurdistanê ve hatibû girêdan ji ber ku hemwelatî nikarin pezê xwe biçêrînin Baroya Amedê li ser mexdûriyeta hemwelatiyan heyetek avakir û şande heremê

Heyeta ku serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren jî di nav de di derbarê mijarê de bi welatiyên mexdûr re civiyan û raporek amade kirin.

Di raporê hemwelatî diyar dikin ku bi biryara valakirina zozanê Şênê ti cihekî wan tune pê de herin û ji ber vê yekê ew ê mexdûr bibin.

Heyeta Baroya Amedê di derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û tê de dibêje ku di 20ê Adara 2020an de zozanê Şênê ya ku girêdayî navçeya Pasûra Amêdê bû, bi Biryarnameya Serokkomariyê ya 3677 Mûşê ve hatibû girêdan.

Her wiha di daxuyaniyê de amajê bi yekê hat kirin ku li ser biryara parêzgariya Mûşê, koçerên ku ji Amedê çûne zozanê Şênê û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zore hatine derxistin, baroya Amedê di 13ê Hezîranê de Serokê Baroyê Nahît Eren jî di nav de heyet çûye Şênê.

Heyeta baroyê dibêje parêzgerî ji wan re gotiye ji ber rê li ber şerê 2 malbatên ku di navbera wan de dijminatî heye bigrê, diryar dane ku wan ji zozan derxin û li ser vê yekê jî biryarê cibicî kirine.

Baro di daxuyaniyê de diyar kir ku li gorî malbatên ku dijminatiya wan hene dibêjin pevçûn li ser zozan mafên wan hene û ji ber sînor derketiye.

Baro di daxuyaniyê de tekez dike ku biryara parêzgariyê têra çareserkirina pirsgirêkeke mayînde nake û her du alî jî gilî û gazincan dikişînin.

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn