Baroya Amedê: Divê jiyana Leyla Guvenê nekeve rewşeke metirsîdartir

Baroya Amedê îro li ser Leyla Guven û girtiyên din de civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydinî got divê çespandinên cihêker ên li ser girtiyan bi dawî bibin.

Baroya Amedê, îro li ser Hevseroka DTK û parlementera HDPê Leyla Guvenê ku 57 roj ni ketiye greva birçîbûnê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Cihan Aydinî nîgeraniyên xwe li ser girevên birçîbûnê de anîn zimên.

Aydinî da zanîn ku ji roja ku ketiye greva birçîbûnê, wan sê caran çûne serdana wan û herî dawî Endama Lijneya Rêvebiriyê ya Navenda Mafên Mirovan Kezîban Yılmaz çûye serdana Guvenê lê ji ber rewşa wê ya giran Guvenê, nekarî were hevdîtinê û wisa pê de çû: Di hevdîtina 30ê Kanûnê de Leyla Guvenê nekarî were hevdîtinê û ji ber vê jî bi hevalên wê re rewşa wê hatiye gotûbêjkirin û li gor agahiyan, Leyla Guven gelekî lawaz bûye û hesasiyeta deng û roniyê, serêşan û gêjbûnê pir zêde bûye û di meşîn û axaftinê de zehmetiyê dikşîne û herwiha kolinc, tansiyon û jihalketinan dijî. Ev jî tê wateya ku greva wê ketiye asta metirsîdar.

Serokê Baroya Amedê got ew weke saziyeke hiqûqê giringiyê didin mafê jiyanê û ji ber ku grêvên birçîbûnê li girtîgehan bi dawî bibe, divê dev ji sepandinên cihêkar werin berdan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin