Baroya Amedê çend raporan amade dike

.

Serok û Rêveberiya Baroya Amedê ya nû, yekser piştî dest bikarbûnê daketin nava xelkê û dest bi amadekirina raporan kirin.

Serok û rêveberiya Baroya Amedê destpêkê çûn Rihayê û seredana malbata Şenyaşar kirin. Malbata Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê nobeta dadperweriyê digrin û daxwaza cîbicîkirina dadê dikin.

Roja 14ê Hezîrana sala 2018an Haci Esvet Şenyaşar û herdû kurên wî Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê malbat û zêrevanên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz ve hatibûn kuştin û ji wê rojê ve Emîne Şenyaşar li pey dadperweriyê digere.

Piştre jî Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û şanda pê re seredana gundikê Zorova kirin û lêkolîn li ser serederiya hêzên ewlekariya ya xerab li gel gundiyan û desteserkirina wan ya neheq kirin.

Şanda baroyê li gel gundiyan axivî û da zanîn ku ew dê di nava demeke kurt de raporekê li ser encamên van seredanên xwe amade bikin û ji raya giştî re eşkere bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye