Baregeha milîsên şîe yên nêzîkî Îranê hat girtin

Bi dehan çekdar jî hatin desteserkirin

Baregeheka milîsên şîe yên nêzîkî Îranê li parêzgeha Diyale ya Iraqê bi darê zorê hat girtin û tevahiya çekdarên nav baregehê jî hatin girtin.

Endamekî Heşda Şeibî bi navê Ebû Mukerem got, duh êvarê hêzeka taybet bi fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, baregeha grûpa bi navê “Seraya Xurasanî”, ku girêdayî Heşda Şeibî û nêzîkî Îranê ne, girt û 32 çekdarên nav baregehê jî desteser kirin û birin Bexdayê.

Ebû Mukerem her wiha got, ti kes di nav baregehê de nemaye û em nizanin çima ew baregeh hatiye girtin. Baregeh niha di destê hêzên polîs de ye.

BasNewsê hewl da sebeba girtina wê baregeha Heşda Şeibî ji berdevkê polîsê Diyale, Xalib Etiye bipirse lê wî nexwast ti agahiyekî bide.

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?