Baregeha Barzanî salvegera 75an a PDKê û rojbûna Serok Barzanî bi peyamekê pîroz kir

.

Baregeha Barzan bi helkefta 16ê Tebaxê 75 saliya damezirandina PDKê û jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Baregeha Barzanî di peyama pîrozbahiyê de her du helkeftên salvegera damezrandina PDKê û rojbûna Serok Barzanî; li Serok Barzanî û endam, alîgir û kadroyên PDKê, xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya hêzên ewlehiyê pîroz kir.

Di peyamê de hat gotin, "Em hêvîdar in ev yada mezin bibe wesîleya xêr û xweşiya zêde bo Herêma Kurdistanê û bibe hevîna yekrêzî û hevkariya zêdetir di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de."

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye