Baregaha Hevpeymaniya Navdewletî li Herîr rastî êrîşê hate

.

Bi firokeya bêfirokvan (drone) êrîş li baregaha Hevpeymaniya Navdewletî a li devera Herîr a ser bi Hewlêrê ve hate kirin. 

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê belav kir, bi firokeya bêfirokvan (drone) êrîş li baregaha wan a li devera Herîr a ser bi Hewlêrê ve hate kirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto ragihand, îro demjimêr 1.32 bi riya droneyekê êrîş li baregah wan a li devera Herîr a ser bi Hewlêrê ve hate kirin, lê ti ziyanên canî û madî nebûn.

Li gor şarezayên siyasî û leşkerî yên rojava, berdewamiya van êrîşan, ne tenê li ser berjewendiyên hêzên biyanî yên li Iraqê ne metirsî ye, belkû ziyanê digihîne karîna rûbirûbûna DAIŞê ku heta niha şaneyên wê yên razayî li beyabenên Iraqê mane.

Beşek ji hêzên siyasî yên Iraqê yên nêzîkî mîlîşyayên çekdar, berî serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Amerîka, jê daxwaz kirin ku pêdagiriyê li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê bike.

Pêştir jî Parlamentoya Iraqê bêyî dengê Kurd û Suneyan, projeyasayeke taybet bi derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû.

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto dibêje, ji mafê xwezayî ya hêzên Amerîka û Hevpeymanan e ku berevaniyê li xwe bikin.

K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye