Baranê zirareke mezin da cotkaran

Ji ber ku zeviyên çandiniyê ji ber baranê bûne herî, pale û rêncber nikarin zeviyên xwe gubre û îlaç bikin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Êlih û Rihayê ji ber barana zêde ya ku 4 meh in dibare, cotkar ji sedî 70 zirar dikin. Ji ber ku zeviyên çandiniyê ji ber baranê bûne herî, pale û rêncber nikarin zeviyên xwe gubre û îlaç bikin. Ev yek jî koka genim, ceh, nîsk û nokan dişewitîne. Cotkar dixwazin dewlet zirara wan a îsal qerebû bike.

Li bajarê Amed, Êlih, Mêrdîn û navçeyên Rihayê yên bajarên Kurdan ji ber barana zêde bi dehan hezar cotkar nikarin bi milyonan donim zeviyên xwe yên çandiniyê bajon.

Tenê li bajarê Amedê di sala 2018an de milyonek û 500 hezar ton genim hatibû bidestxistin. Lê îsal ji ber barana ku li ser hev dibare zevî hemû bûne herî û cotkar nikarin berhemên xwe gubre û îlaç bikin.

Serokê Odeya Cotkaran a Sûra Amedê Mehmet Demîr diyar kir: “Çar meh in baran bariyaye. Cotkarên me niha di zirarê de ne. Teneyê wan, genimê wan, nîskê wan xira bûne. Bi rastî jî zirareke mezin heye. Ji sedî 70 cotkarên Amedê di zirarê de ne. Pembo jixwe nehatiye ajotin. Garis jî wisa. Hersal mehekî berê me garis diçand û çape dikir ji ber baranê neajotine. Ji ber baranê ji ber ku erd teqiyane, em nikarin bikevin nava erdan jî.”

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir