Bangek ji Konê Reş

Konê Reş

  Ezbenî! Ji ber ku min, li gor hêza xwe, baş kar û xebat di ber kultura kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e ku ez wek vê bangê ji xelkên xwe yên Rojava re bînim ziman:

  Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotina kurdî a devikî dewlemend heye. Dewlemendiya wê li akinciyên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Aşîtan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî.. Û nexasim Efrîn bi çiyayên xwe û Deşata Cûmê ve û Kobanî bi bajar û erşîrên Berazan yên têvel di deşta Sirûcê de..

  Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, Mêrdînê, deşta Bişêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li wan zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe a devikî, bi xwe re aniye û li zargotina xelkên Rojava zêde kirine. Di encam de Rojava bûye gencîneyeke dewlemend ji zargotina kurdî re.

  Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di tûrikên xwe de parastine, ji nav me bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê erebî û teknelojiya nû de dûrî xwendin û edebiyata kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê kurd pê tê naskirin.. Roja îro, tiştê ku jê maye, bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê edebiyatê ji tûrikên wan nekin, em ê poşman bibin û em şaşiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de dikin.. Di vê derbarê de bi min xweş e vê gotina (Jorge Amado:1912-2001) nivîskarê Berazîlî ji welatiyên wî re bînim ziman; "Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re dişewite" Yê me jî wiha ye.

  Îro, tev derfetên danheva zargotina me bi erênî li pêş me vekirine; ew tirsa berê ji rêjîmê nema ye, ziman serbest e, pereyên rêxistinan heye û xortên jîr û zane peyda dibin.

  Lê cihê daxê ye ku roja îro, bêtir ji 30 rêxistin û saziyên siyasî, 15 komeleyên jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamişlo hene, yekê ji wan di warê praktîk de danhev û komkirina zargotina me ji xwe re nekiriye kar û bar..! Bi piranî heyranên nav û bejewendiyên xwe ne û di diyaloga ku "Hêk ji mirşîkê ye an mirîşk ji hêkê ye" serî li hev gêj dikin..! Û wek ku diyar e xala herî giring ji hebûna me kurdan di Rojava de ku em li ser xaka xwe, di gund û bajarên xwe de bimînin, bi zimanê xwe xeber bidin û kultura xwe a devikî biparêzin.. Lê mixabin ev yekane di ser guhan re têne avêtin û siyaseta rêxistinên me tev bi zimanê erebî ye..!

  Wek bang, bi hêvî me berpirsyarên me serwextî vê yekê bin û di kurtirîn dem de li ser bisekinin.. Dem rehmê nake.. û da ku nifşê ayinde gazinan ji me nekin, pêwîste em bilivin.. Ezbenî! Va min a xwe got.

 

Qamişlo