Banga min a di "Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne“ rûpe: 111 de û sala 2000 de hatiye weşandin !

Kemal Tolan

Gelî Êzdiyan

Gelî Şêx , Pîr û Pêşîmaman !
çiqas Mirîd, Feqîr û Merebiyan !
hemû Koçek, Qewal û Mîran !


Emê kengî xelazbivin ji derd û belan
Heta kengî emê wa bimînin nezan
qey kesê ji me derbe nexwarbe man
Şiyarbên bala xwe bidêne dewran
Binêrin ka bi kurve çûn ew adatan
Çima wenda dibin ew sed û hedan


Ka rêzanên me yî ji bona erkanan
Ka ew rojên me yên  îd û êrefatan
Ka ew tifaqên me,  yên berî salan
Ka ew tevger û bervedana dostan
Ka ew heskirin û berketina xwediyan
Kaye yekîtiya keç, kur û malbetan
Ka xwedî li hevderketina jin û mêran


Ka bi kurve diçên ew qîz û xortên ciwan
Gelo çima em hijan jî , weha bê sermiyan
Kî here  û em destên xwe nedin ber wan
Pêşerojê wê me jî bike hevalê manfêatan
Emê hingê, tevê bimînin bê xwedî û xwedan