Bang li WHOyê kirin: Covid-19 bi rêya hewayê belav dibe

239 zanyaran bang li Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî kirîye û gotine ku Covid-19 bi rêya hewayê belav dibe û divê WHO vî tiştî qebûl bike.

Ji 32 welatan 239 zanyaran bang li Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) û rexistinên din kirîye ku belavbûna vîrusa koronayê ango Covid-19ê ya bi rêka hewayê were qebûlkirin.

WHO dibêje ku hîna delilen baş û tekez bi dest neketine bê ka bi rêya hewayî belav dibe yan na û ev mijar hîna tê gotûbêjkirin.

Li gor nûçeya ku di rojnameya New York Timesê de hatîye weşandin, 239 zanyaran nameyeke aşkere ki WHOyê re nivîsandîye û gotîye ku bila sazî pêzanînên xwe nû bike.

Çav li rê ye ku zanyar vê nameyê di hefteya pêşîyê de li ser weşaneke zanistî biweşînin.

Ev tê wate ya ku dibe mirovên di cîhên hundurîn de ji berê pirtir di bin xetereyek mezin de bin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ev demeke direje dibêje ku COVID-19 dema ku mirov dikuxikin an jî dema dipişkin wekî dilopên mezin dikevin erdê û vê rêkê belav dibe.

Herwiha îhtîmala belavbûna bi rêya hewayê ji bilî hinek şertên taybet red dike. 

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin