Bane/ Pasdarên Îranê kolberekî Kurd birîndar kir

Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, pêr bi şev li zozana Bêlo ya bajarokê Bane yê Rojhilata Kurdistanê, kolberekî kurd bi navê Arman Felahî rastî êrîşa pasdarên Îranê hat.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ew kolber bi giranî birîndar bû.

Li gorî raportên Hengawê, ji destpêka Çileyê heta niha, herî kêm 9 kolber hatine kuştin û 26 kolber jî birîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin