“Bandorek mezin dê li tûrîzma Tirkîyeyê bikeve”

Erebistana Siûdî gotin neçin Tirkîyeyê. Wergêrên çînî gotin em dê betal bimînin. Vane du nûçeyên li ser tûrîzma Tirkîyeyê

Navenda Nûçeyan - Erebistana Siûdî (ES) ji ber koronavîrusê (Covid-19) ragihand hemwelatîyên xwe ku ne bi rêya bejahî, ne bi hewa neçin welatên wekî Tirkîye, Umman, Fransa, Spanya û Almanyayê. Yek ji rayedarên Wezareta Karên Hundir gotîye ku kesek ji van welatan yekê bê, yan berî bê ES bi 14 rojan çûbe van welatan dê negirin nava welatê xwe.

Her wiha ES'ê seferên balafirê ji bo welatên wekî Emîrîya Erebên Yekbûyî, Kuweyt, Bahreyn, Lubnan, Sûrîye, Başûrê Kore, Misir, Îtalya û Iraqê da rawestandin.

 

Werger: Emê betal bimînin

Her wiha ji Çînê gelek kesên ku dê bihatana Tirkîyeyê hatine xwe betal kir. Di sala 2019'an de 426 hezar û 344 çînî wekî tûrîst hatin Tirkîyeyê lê ji bo meha reşemîyê gelek hatin hatine betalkirin. Li ser vê yekê Dilek Gul di "euronews" ligel kesên ji bo tûrîstên çînî wergerê dikin axivîye. Ew dibêjin wisa here ewê betal bikînin.

Tirkîye ku jixwe rewşa wê zêde ne baş e, ev tiştên niha diqewimin jî dê zêdetir bandorê li tûrîzm û helbet aborîya Tirkîyeyê bike.

Dîyarname

 

Kurdistan Haberleri

PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin