Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin

Ji ber sedemên ewlehiyê avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin û karmendên wê hatin derxistin.

Hate gotin, agahiyek gihîştibû dezgehên ewlehiyê ku dê li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê êrîşeke xwekujî pêk bê, balyozxaneyê hat valakirin û karmendên balyozxaneyê bo cihekî ewle hatin veguhastin.

Herwiha hat ragihandin her çar riyên ku têna ser balyozxaneyê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û tedabîrên ewlehiyê têne girtin.

Di medya Tirkiyê de gelek îdîa hatin gotin, ku bombeyek di balyozxaneyê de hatiye bicihkirin, yan êrîşeke xwekujî dê li dijî balyozxaneyê pêk bê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin