Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê rastî êrişa rokêtî hat

.

 Navçeya Kesk a Bexda ya paytexta Iraqê îro rastî êrişeke rokêtî hat û du rokêt li nêzîk Balyozxaneya Amerîkayê ketine.

Ew rokêt li navçeya Cadiriye ya Bexdayê ketine û peyamnêrê Rûdawê dibêje, di vê êrişa rokêtî de ti zirarên canî çê nebûne, lê zirarên maddî çê bûne.

Hêj ti aliyekî berpirsyariya êrişa rokêtî ya îro bo ser navçeya Kesk a Bexdayê li xwe negirtiye.

Êrişa îro piştî bidawîbûna gera çarem a danûstandinên stratejîk ên di navbera Iraq û Amerîkayê de pêk hat. Waşington û Bexdayê ragihandine, ew gihîştine rêkeftinekê ji bo ku hêzên şerker ên Amerîkayê li axa Iraqê nemînin, herwiha misyona hêzên Amerîkayê yên li Iraqê jî tû guhertin û erkê wan tenê dibe şewir û rahênana hêzên Iraqî.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê