Balyozê Iraqê: Hebûna leşkerên Tirkiyeyê dagirkerî ye

Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Haydar Hadi diyar kir ku, “hikûmeta Iraqê, hebûna leşkerên tirk yên li Iraqê wek dagirkerî dibine.”

Haydar Hadi di civîna xwe ya li Moskowayê de destnîşan kir ku "em hebûna leşkerên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de wek dagirkerî dibînin. Di vê mijarê de me notaya protestoyê da Tirkiyeyê û welatên Yekîneyên Ewropa jî piştgiriyê dan vê notaya me."

Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Haydar Hadi di axaftina xwe de behsa pêvajoya Soçiyê jî kir. Hadi wiha pê de çû: "Rûsya bi pêvajoya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê, ji hemû gelên ku li Sûriyê dijîn, kesan anî ba hev. Bexda, vê hewla Rûsyayê ji bo çareseriya krîza Sûriyê tekane rê dibîne. Ji bo vê jî Hikûmeta Iraqê di vê çarçovê de piştgiriyê dide hemû hewldanên Rûsyayê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin