Balyozê Îranê yê Îraqê diyar kir ku piraniya eşîrên parêzgehên Îraqê amadehiya xwe nîşan daye ku ji bo parastina Komara Îslamî ya Îranê, bi çekan li dijî Amerîkayê rawestin.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Al Sadiq di hevpeyvîneke medyayî de behsa amadehiya xelkê Îraqê ya ji bo parastina Îranê ya li hemberî Amerîkayê kir.
Al-e Sadiq ragihand, ‘‘Li gelek parêzgehan, eşîran amadehiya xwe nîşan daye ku bi çekan piştgiriya me bikin.’’
Mihemed Kazim Al Sadiq da zanîn ku xelkê parêzgehên Îraqê wisa dibêjin ku Komara Îslamî ya Îranê bi şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê serê wan bilind kiriye.
Balyozê Îranê diyar kir ku ji ber vê yekê ew ji bo her cure parastina Tehranê amade ne û li pey çû:
’’Me jî ji wan re gotiye ku niha şer asmanî ye, eger bejahî bûya bê guman we dê berê amadehî bikira û we dê beşdarî şer bikira.”
Şerê Îran û Amerîkayê
28ê Sibatê şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê dest pê kir.
Tevî ku piştî 40 rojan agirbesteke lerzok di navbera wan de hat ragihandin jî her du aliyan çend caran bi tundî êrişî hev kir.