Balyozê Brîtanya: Em piştevanê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ne

.

Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey, li ser êrîşa terorîstên DAIŞê bi ser hêzên Pêşmerge de daxuyanî da û piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê ragihand.

Hckey li ser medya civakî twîta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya derbarê avakirina bilez a hêzên hevbeş bo têkoşîna dijî DAIŞê jê girt û got, “Qralîyeta Yekgirtî di têkoşîna dijî DAIŞê de piştevanê Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û hemû iraqiyan e.”

Balyozê Brîtanyayê herwiha got, “Ji bo têkbirina DAIŞê ew dê alîkariya leşkerî û avadankirinê berdewam bikin. Emê piştevaniya xwe ya bo bidawîanîna valahiya ewlehiyê li navçeyên nakok ên Hewlêr û Bexdayê berdewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye, DAIŞê doh jî li Pirdê êrîşî xalên hêzên Pêşmerge kiribû û di encama wê êrîşa ji aliyê Pêşmerge ve hatibû şikandin de, 3 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûbûn û 2 jî birîndar bûbûn.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye