Balyozê Brîtanya: Divê Îran piştevaniya sazî û dezgehên Iraqê bike ne ya mîlîşyayan

.

Balyozê Brîtanya li Iraqê di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir, ti bihaneyek ji bo êrîşkirina li ser karwanên hêzên Hevpeymaniya Niştimanî li Iraqê nîne û mîlîşya jî ne di bin kontrola hikûmetê de ne.

Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey da zanîn, rewşa ewlehiyê li Iraqê gelekî aloz e, heta komên deryasayî li wî welatî hebin, aramî çênabe.

Stephen Hickey eşkere kir, ti bihaneyek ji bo êrîşkirina li ser karwanên hêzên Hevpeymaniya Niştimanî li Iraqê nîne û mîlîşya jî ne di bin kontrola hikûmetê de ne.

Herwiha destnîşan kir, derbarê dahatûya hêzên hevpeymanan de, danûstandin di navbera Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka de hene.

Balyozê Brîtanya li Iraqê derbarê Îranê de jî da zanîn, divê Îran piştevaniya sazî û dezgehên Iraqê bike, ne ya mîlîşyayan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye