Balafirên Yûnanistanê keştiya Tirkiyê tacîz kirin  

.

Keştiya Tirkiyê ya bi navê TCG Çeşme di wexta ku di Derya Egeyê de lêkolînên xwe dikir, ji aliyê balafirên Yûnansitanê de hat acizkirin.

Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar di mijarê de ragihand ku 4 balafirên Yûnanistanê yên F-16 di ava Derya Egeyê de keştiya ku lêkolîna di seha hîdrografiyê de dikir aciz kirine û weha got:

“Mixabin ev yek ji acizkirina cîranê me ya Yûnanistanê ye ku her wext dike. Yê me jî li gor me hinek qaîdeyên me hene. Me li gor qaîdeyên xwe bersiva wan da. Xebata me ya wê derê li ser erdhejê têkirin.”

Rêvebirekî Yûnansitanê li ser mijarê ragihand ku wan keştiyê tacîz nekiriye û gotinên Tirkiyê red kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye