Balafirên Tirkiyê navenda Efrînê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê û çend bajarok û deverên ser bi wê herêma Rojavayê Kurdistanê ve bi giranî bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirkiyê ji nîveşeva bihorî ve çend taxên bajarê Efrînê bi giranî bombebaran kirin.

 

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama bombebarana navenda bajarê Efrînê de jineke 50 salî ya bi navê Emîne Şahîn canê xwe ji dest daye û jinek jî birîndar bûye.

 

Herwiha balafirên şer ên Tirkiyê gundewarên bajarokên Cindirês, Bilbil û Şerayê jî bombebaran kirine.

 

Li aliyekê din Sererkaniya Artêşa Tirkiyê jî ragihandiye, şeva bihorî li her du çiyayên Bersaya (Paris) û Darmek de şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê li gel şervanên YPGê de çê bûne.

 

Li gorî zanyariyan, di encama wan pevçûnan de 5 serbazên Artêşa Tikriyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûne ku bi rêya helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê bo Nexweşxaneya Giştî ya Kilîsê hatine veguhastin.

 

Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî Enqerê îro Înê 9ê Sibata 2018ê derbasî roja 21ê bû.

 

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin