Balafirên Tirkîyê du otomobîl kirin armanc

Balafirên şer ên Tirkîyê du otomobîl li sînorê wê nahîyeyê kirin armanc û di encamê de 2 kesan jîyana xwe ji dest dane, ku herdu jî sivîl in.

Balafirên cengî yên Tirkîyê sînorê bajarokê Bamernê ya ser bi qezaya Amêdî ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Bombebarana deverê ji alîyê balafirên Tirkîyê ve derdora demjimêr 16:30 û li ser rêya gundê Barzankê û di navbera herdu gundên Xelpîş û Hesimpîrka çê bûye.

Operasyonên wê dawîyê yên Tirkîyê bûye sedem ku zirarên canî û maddî bigihîje welatîyên sivîl ên Herêma Kurdistanê. Li sînorê qezaya Amêdîyê di encama êrîşên Tirkîyê de 4 xortên sivîl jîyana xwe ji dest dane û li sînorê bajarokê Kanî Masê jî sivîlek birîndar bûye.

Herwiha di êrîşa bo ser Kune Masî ya li sînorê qezaya Şarbajêr a Silêmanîyê de jî 3 sivîl birîndar bûbûn.

Li alîyeke din, komîteyên hevbeş ên Parlamentoya Kurdistanê jî raportek derbarê operasyonên wê dawîyê yên Tirkîyê di nav axa herêma Kurdistanê de amade kirîye, ku li gor wê raportê 104 gundên sînorê Soran û Sîdekanê û 55 gundên din ên ser sînor hatine valakirin.

Di raportê de hatîye gotin, ku li qezaya Zaxoyê, 25 gund li nahîyeya Derkar û 13 gund li nahîyeya Batîfa hatine valakirin. Herwiha li Amêdîyê 198 gund, li Şêladzê 85 gund û li Dînarte ya Akrê jî 24 gund hatine valakirin.

Li gor raporta komîteyên hevbeşê ên Parlamentoya Kurdistanê, di 28 salan de 50 kesên sivîl li wan sînoran hatine kuştin û 666 gulleyên topê û 70 mûşek li gundan ketine.

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da