Balafirên Tirkiyê bi gazên jehrî Kurdistanê bombardûman kirin!

.

Balafirên şer yên Tirkiyê sînorê devera Berwarî Bala li herêma parêzgeha Duhokê bombebaran kir, nişteciyekî navçeyê dibêje 3 endamên malbata wî ji ber gazê bêhna wan teng bûye. Rêveberê nahiya Kanî Masî amaje bi wê yekê da ku wan tîmên tendirustî şandine navçeyê bo ku pêdaçûn û lêkolînan li ser wê gazê bikin.

Nişteciyê gundê Hirûrê Cîhad Hirûrî ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê gundê wan li devera Berwarî Bala armanc kir û ji ber bordûmanê gazeke spî heta çend kîlometran li deverê belav bû.

Cîhad Hirûrî amaje bi wê yekê da ku bav, dayik û xwişkeke wî rastî bêhntengiyê hatine, çavên wan ji ber gazê şewitîn û vereşiyan û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Rêveberê nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand ku ew bordûman demjimêr 6.40 bû, û rast e gazeke namo belav bû û ew guman dikin ku gaza rondikrêj be, lê bo piştrastbûnê wan tîmên tendirustî şandine navçeyê.

Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Zaxo Emîr Elî  dibêje rewşa hersê birîndaran baş e.

Ev yek di demekê de ye, Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê li dijî hêzên wan gazên jehrî bikar tîne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye