Balafirên Tirk Nexweşxaneya Avrînê bombebaran kir: 9 şehîd!

Hate ragihandin balafirên şer ên tirkan, nexweşxaneya Avrînê bombebaran kirin. Di encama êrîşê de 3 ji wan bijîşk, bi kêmanî 9 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya Ajans France Press (AFP) û Reutersê ku wek lezgîn weşandine, Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ku ji destpêka operasyona artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ve, birîndaran derman dike bi balafirên şer îşev hat bombebaran kirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku 9 kesan di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din jêderên cuda radigihînin ku di encama bombardimanê de 15 sivîlan can daye û 38 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin 3 ji cangoriyan bijîşên nexweşxaneyê bûne.

Digel êrîşa asîmanî ya li dijî Nexweşxaneya Avrînê, hejmara cangoriyên ku îro şehîd ketin 16 ji wan zarok, 16 ji wan jî jin gihişte 47an.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin