Balafirên Tirk li navenda Şingalê otomobîlek bombebaran kir: Kesên tê de bûn can dan

.

Balafirên şer ên Tirkiyê, îro Duşemê danê nîvro li navenda navçeya Şingalê otomobîlek bombebaran kir.

Hat zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyê li dor demjimêr 12:00 li navenda bajarê Şingalê li nava Sûka Kevin otomobîlek bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên dawî kesên 5 di wê otomobîlê de bûn ku 3 endamên PKKê hatine kuştin û 2 endamên din ên PKKê jî birîndar bûne û hêzên ewlehiya Iraqê çûne cihê bûyerê. Herwiha li gorî zanyariyên ji herêmê yek ji kuştiyan, fermandarekî bilind ê PKKê ye û birînên birîndaran jî giran in.

Derbarê wê bombardimanê de ti daxuyaniyeke fermi nehatiye belavkirin û ziyanên êrîşê jî nehatine ragihandin.

Balafirên şer ên Tirkiyê beriya niha jî ji ber hebûna PKKê û komên girêdayî PKKê li Şingalê navenda bajêr û çiyayê Şingalê bombebaran kiribûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye