Balafirên şerî yên Tirk li rojavayê Kurdistanê li wargehên PYD xist

Balafirên şerî yên Tirk li rojavayê Kurdistanê li wargehên PYD xist

Di daxuyanîya Fermandarîya Giştî ya Tirk de dihê diyarkirin ku; "Di encama operasiyonekê hawayî de bi 26 bombeyan 18 wargehên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) hatine îmhakirin û di navbera 160 û 200 unsûrên PYDyî hatine bêtesîrkirin." Bombebaran di 19ê Cotmeha 2016ê de saet di navbera 21:11-23:59 de û di çerçeweya "Hereketa Mertala Firatê" de çêbûye.

Li gora Rêxistina Mafê Mirovî ya Sûriyeyê ku merkeza wê Londrayê ye di operasyinê de 11 kes jiyana xwe ji dest dane.

Komutanê YPG Mahmud Barkadan ji  Ajansa Associated Press re gotiye di vê operasiyonê de 10 kes jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Ev wargehên PYD li gundê Umm Haws e ku 30 km dûrê navçeya Azez ya li bakurê bajarê Helebê li Sûrîyeyê ye. Li gor serhijmara 2004ê,3 hezar nifûsa gund hebûye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin