Balafirên şer li gundekî Şingalê nexweşxaneyek bombebaran kirin

.

Hat ragihandin ku îro Sêşemê herêmeke li Şingalê bi balafirên şer hat bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, balafirên şer binkeyeke tenduristiyê li gundê Sikêniyê bombebaran kirine ku li gorî medya PKKê, êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin û nexweşxaneyeke li gundê Sikêniyê ya Şingalê hatiye armanckirin.

Li gorî agahiyan di bombebaranê de birîndar hene, lê ti agahiyeke piştrestkirî hîn nehatiye belavkirin. Herwiha ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyaniyek derbarê êrîşê de nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, doh 15ê Tebaxê jî balafireke bêmirov a bi çek a artêşa Tirkiyê li Şingalê otomobîleke fermandarên YBŞê tê de bûn bombebaran kiribû û hejmarek kes di wê êrîşê de can dabûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye