Balafirên şer ên Tirkiyê îro car din Çiyayê Garê bombebaran kirin

.

Hat ragihandin ku îro 26ê Sibatê balafirên şer yên Tirkiyê car din herdu gundên Siyan û Ergirnê yên çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyan balafirên şer yên Tirkiyê herdu gundên Siyan û Ergirnê yên li devera Çiyayê Garê bombebaran kirine, lê derbarê ziyanên canî û madî yên bombebaranê de agahiyên zelal nehatine.

Rêvebirê Nahiya Dînartê Şeba Berwarî daye xuyakirin ku îro saet derdora 13:00ê balafirên şer ên Tirkiyê sê caran gundê Siyanû Erginê yên li devera Çiyayê Garê bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê di navbera 10-14ê Sibatê de operasyoneke mezin li ser bingehên PKKê yên Çiyayê Garê pêk anîbû û di wê operasyonê de 13 dîlên di destê PKKê de jî hatibûn kuştin ku herdu alî bi kuştina wan dîlan hevdu tawanbar dikin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye