Balafirên şer ên Tirkiyê gundê Bêrkiyat û quntara Çiyayê Gare bombebaran kirin

.

Gundê Bêrkiyat û quntara Çiyayê Gare li nêzîk bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, bombebarana deverê do Pêncşemê, derdora saet 18:00an hatiye kirin.

Niştecihekî bajarokê Çemankê Şoriş Îbrahîm diyar dike: “Roja Pêncşemê saet 18:00an, gundê Bêrkiyat li nêzîk Çemankê û quntara Çiyayê Gare ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.’

Rêveberê Bajarokê Çemankê Elened Emîr jî piştrast kiriye, bombebaran li devera wan hebûye û ragihand, gundê Bêrkiyatê 10 km dûrî navenda Çemankê ye, lê devera Meranê li quntara Çiyayê Gare tenê 2 km ji navenda bajarokê dûr e.

Elend Emîr da xuyakirin, “Tu ziyanên canî çênebûne, lê ji ber bombebaranê, tirs ketiye nav dilê xelkê.”

Bombebarana sînorê bajarokê Çemankê di demekê de ye, ku artêşa Tirkiyê ji saetên destpêkê yên roja 10ê Sibatê ve, operasyoneke nû bi navê Operasyona Çengê Baz-2 li Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

 

 

Kurdistan Haberleri

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin
Serokê Giştî yê PWKyê peyama pîrozbahîyê ji Serokê KURD-KAVê re şand
Ehmed Şera: Em rê nadin Sûriye parçe bibe