Balafirên Rûsî li Idlibê sivîl kuştin

Di êrişeka firokeyên Rûsî de li herêma Idlib ya Sûriyê, herî kêm 15 sivîl hatin kuştin.

Di êrişeka firokeyên Rûsî de li herêma Idlib ya Sûriyê, herî kêm 15 sivîl hatin kuştin.

Dezgeha çavdêra mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, duhî firokeyên Rûsî li gundê Has, li başûrê bajarê Idlib yê Sûriyê, dan.

Li gorî agahiyên wê dezgehê, di wê êrişê de herî kêm 15 sivîl hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Di nav kuştiyan de 4 zarok jî hene.

Tê gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsî gelekî nêzîkî bajarê Xan Şêxûn yê Idlibê bûne. Li gorî agahiyan, eger ew der bikeve destê rêjîmê wê çaxê yek ji xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê dikeve bin dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê.

Li herêma Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê hene ku di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatine danîn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?