Balafirên Hevpeymaniyê li tunela DAIŞê dan: 10 kuştî…

.

Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraqê tuneleke terorîstên DAIŞê bombebaran kirin ku tê de 10 DAIŞî hatin kuştin.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Edaye yê ser bi Nînewayê ve çekdarên DAIŞê bombebaran kirin û 10 çekdar di nav tunelê de hatin kuştin.

Şaneya Şer a Iraqê da xuyakirin ku balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî îro 9ê Adarê, li Çiyayê Edaye ê bi ser Nînewayê de, tuneleke ku DAIŞî tê de bûn kirine armanc û di nav tunelê de 10 terorîst hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye