Balafireke îsraîlê ket, İsraîl Şamê bombebaran dike!

Artêşa Israîlê ragihand, ku firokeyeke wan hejmarek ji bingeh û navendên Îranî li Sûryê bordûman kir, lê piştî encamdana wan êrîşan, ew firoke hat xistin. Piştî xistina balefira Îsraîlê, balafirên Îsraîlê dest bi bombebarankirina Şamê kir.

Berdevkê artêşa Israîlê ragihand, firokeyeke bê firokevan ya Îranî, ji firîngeha T4 ya Tedmurê rabû û nêzîkî sînorên Israîlê bû, piştre êrîşî firokeya wan kir, lê wan karîbû wê firokeya bêfirokevan ya Îranê bînin xwarê, piştre firokeya Israîlî jî hat xistin.

Herwiha peyvdarê artêşa Israîlê, Îran bi xistina firokeya welatê xwe tometbar kir û got: "Îran serweriya Israîl binpê kiriye".

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Hikûmeta Sûryê, ragihand ku artêşa Sûryê firokeyeke Israîlê anîne xwarê û bi gotina wê: "Ev ne yekem car e, ji ber ku berî niha jî artêşa Sûryê çend firokeyên Israîlî xistiye", lê artêşa Israîlê di daxuyaniya xwe de red kirk u bêtirî firokeyeke wê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatibe xistin.

Piştî xistina balefira Îsraîlê li bilindahiyên Colanê, hêzên esmanî yên Îsraîlê dest bi bombebarankirina paytexta Sûriyê bajarê Şamê kir.

 

Li ser karvedanên êrîşên Îsraîlê bo ser Sûriyê, Şamê diyar kir ku dê bersiva êrîşên Îsraîlê bidin.

 

Li gor zanyariyan niha balefirên Rûsyayê li Idlibê, Tirkiye li Efrînê û Îsraîl jî derdora paytexta Sûriyê bajarê Şamê bombebaran dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin