Balafireke F-16 li Amedê ket

Li Dîyarbekirê li nêzî gundê Çariklî balafirek şerî ya Tirk F-16 di 12.12.2016an saet derdorî 19:32an ket.

Li Dîyarbekirê li nêzî gundê Çariklî balafireke şerî ya F-16, di 12.12.2016an saet derdorî 19:30an ket.

Gundîyekî Çariklî Weysî Azîzoglu dibêje, ew li qahwexaneyê rûniştîbûne, dengekî bihîstene di tavilê de çûne ciyê bûyarê, balafirek û perem parçe bûye wek xwelî. Pîlot zilam bû û sax filitî bû û ew teslîmê polis kirine. Pîlot gotîye balafir li hawayê înfilaq kiriye û ew jî xwe bi paraşûtê avêtîye xwarê.

Li gor daxuyanîya Hêzên Fermandarîya Tirk sebebê ketina balafirê ne nediyar e lê li gor hin ajansan ji ber êrîşekê F-16ê derb xwariye û ketiye

Dihê zanîn ev serê çend mehan e balafirên şerî ji Diyarbekirê radibin û diçin dewerên Kurdistana başûr kampên PKKê û gundên li dora çiyayên Kandîlê bombe baran dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin